Gelo tu bi hemle yî û dinyaya te ters zivirî?

Em dikarin alî te bikin – bi awayekî ewle û veşartî.

0800 – 40 40 020

Gelo tu bi hemle yî lê divê kes nebihîze?

Gelo tu bi hemle û bi tenê yî?

Gelo tu bi hemle yî û nizanî çi bikî?

Gelo tu bi hemle yî û dinyaya te ters zivirî?

Ji her tiştî zêde, bihemletî jiyanê bi temamî diguherîne. Pirs, guman an tirsên te çi bin jî, em dikarin alî te bikin: Li ser înternetê, bi telefonê an rû bi rû.

  • Xeta alîkariyê ji bo "Hawara Bihemleyan"

    Anonîm û ewle

    Saet çend be bila bibe, tu dikarî ji xeta 0800 – 40 40 020 re bêpere telefon bikî. Dereng nemîne – ji me re behsa tengasiya xwe bike. Em dikarin bi 18 zimanan* bi te re bipeyivin û alî te bikin. Bêyî ku em navê te xuya bikin, em dikarin bi merkezeke şêwirmendiya bihemletiyê re tekilî deynin. Paşê, tu dikarî bi şêwirmendeke li nêzikî te re hûr û kûr biaxivî.

    Eger tu dixwazî, halê te wê anonîm û bi temamî veşartî bimîne.

     

    *Albanî, Erebî, Bulgarî, Çînî / Mandarîn, Înglîzî, Elmanî, Frensî, Îtalî, Kurdî, Farsî, Polonî, Portugalî, Romanî, Rûsî, Sêrbî / Krovatî / Bosniyayî, Spanî, Tirkî, Vietnamî

  • Şêwirmendiya înternetê a xeta "Hawara Bihemleyan"

    Ji kompîtur an tableta te

    Bilez, ewle, anonîm û bişîfre: Xeta "Hawara Bihemleyan" dikare bi navgîniya chat an e-peyamê alî te bike. Wekî ku bi şêwirmendiya telefonê, zanyariyên te wê anonîm bimînin. Hemû şêwirmend li bin qanûna veşarîtiyê ne.

  • Şêwirmendiya rû bi rû

    Merkezên şêwirmendiyê yên li derdora te

    Li vir, tu dikarî merkezeke şêwirmendiya bihemletiyê ya li nêzikî te bibînî. Di yekî ji 1.600 merkezên şêwirmendiyê, tu dikarî bi awayekî anonîm û ewle bersivên hemû pirsên xwe yên li ser bihemletiyê bistînî.

Şêwirmendiya bihemletiyê çi ye?
  • Hawara bihemleyan

    Heqê te heye ku tu ji bo hemû pirsên li ser bihemletî û zarokanînê şîret û alîkarî bistînî. Li gor qanûnan, tu dikarî ji merkezeke şêwirmendiya bihemletiyê hûr û kûr zanyarî bistînî. Eger tu dixwazî, tu dikarî vê yekê bi awayekî anonîm bikî (yanî bêyî ku tu navê xwe bibêjî).

  • Veşartî û anonîm

    Pirs and tirsên te çi bin jî, em dikarin alî te bikin. Ne lazim e ku tu navê xwe bibêjî. Bila li ser înternetê an li telefonê be jî, tu dikarî her tim bawer bî ku zanyariyen te wê veşartî bimînin.

  • Bi xweşbînî û bê mecbûriyetê

    Şêwirmendên ceribandî dikarin bala te bikişînin li ser îmkanên alîkarî û piştgiriyê. Ewê alî te bikin ku tu çareyeke baş bibînî. Biryara te çi be jî, ew zorê nadin te.

  • Veşartî û ewle

    Hemû şêwirmend li bin qanûna veşarîtiyê ne. Ji ber vê yekê, her tiştê ku tu ji wan re dibêjî wê veşartî bimîne. Tu kes gotinên te nabihîze – ne merivên te ne jî dewlet, sîgortaya nexweşiyê an kargeha te.

  • Ferq nake

    Cinsiyet, kok, bawerî û tercîha cinsî çi be jî, şêwirmendên me alî her kesî dikin ‒ bi tenê an tevî heval, zilam an pîreka xwe.

  • Jêhatî û eleqedar

    Hemû şêwirmendên me pir zana û cerîbandî ne. Ew li gor standardên bilind dixebitin û dizanin ku tu dikarî ji ku derê alîkariyê bistînî. Hem rû bi rû hem jî bi telefonê, şêwirmendî her tim bi awayekî şexsî tê dayîn.


Ji bo zêdetir zanyarî, ji kerema xwe re here malperên me yên taybet

www.familienplanung.de
Ji bo zanyariyên girîng ên der heqê plankirina malbatê, bihemletî û zarokanînê de, here www.familienplanung.de, malpereke agahdarkirinê ya Merkeza Federal a Perwerdeya Tenduristiyê (BZgA).

Şêwirmendiya anonîm û zarokanîna veşartî

Çaxa tu bêçare yî, em dikarin alî te bikin û te biparêzin. Em dikarin bi hev re çareyeke baş û ewle bibînin – ji bo te û zarokê te. Malpera bi zimanên Almanî û Îngilîzî.

Merkezên şêwirmendiyê yên li derdora te

Li Almanyayê, zêdetirî 1.600 merkezên şêwirmendiya bihemletî û zarokanînê hene. Şêwirmendên me dikarin hemû pirsên te yên li ser bihemletî û zarokanînê bibersivînin – rû bi rû û bi awayekî veşartî.

Li merkezeke şêwirmendiyê bigere

Xeta alîkariyê ji bo"Hawara Bihemleyan"